Mamosteyek li mala xwe daliqandî hat dîtin

16-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê mamosteya jin a 27 salî di mala ku bi malbata xwe re lê dima bi daliqandî hat dîtin. Cenaze bo ji bo otopsiyê birin morgê, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Bûyer îro Yekşemê 16ê Nîsna 2023yan saet 16:45an li Taxa Cumhuriryetê di apartmana 3 qatî de qewimî. G.E. ya 27 salî ku li navçeya Kelkîtê ya Gumuşhaneyê di dibistana amadeyî de wek mamosteyê Tirkî dixebitî, di apartmana ku bi malbata xwe re li Erzinganê tê de dima, bi daliqandî hat dîtin.

Piştî agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatin şandin û  piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Li gor pêşbîniyên ewil G.E. bi xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst