![Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir](https://www.rudaw.net/s3/rudaw.net/ContentFiles/648964Image1.jpg?mode=crop&quality=70&rand=1&scale=both&w=752&h=472&version=4607081)
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr dibêje pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirina zêdetir a kultura pêkvejiyan, lêborîn û azadiya olî li Herêma Kurdistanê dubare dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û pîrozbahî li Mesîhiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û got: “Bi boneya hatina cejna Qiyame, germtirîn pîrozbahî arasteyî xwişk û birayên Mesihî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.”
Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im ev cejn, bibe sedema xweşî û tebaya zêdetir di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistan û Iraqê de.”
Barzanî herwiha dibêje: “Di vê boneyê de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirina zêdetir a kultura pêkvejiyan, lêborîn û azadiya olî li Herêma Kurdistanê dubare dikin. Cejna we pîroz be û hûn her dem di xweşî û aramiyê de bin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse