Serokê Şaredariya Amedê wek karê yekem qûlûbeya polîsan rakir

16-04-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Selçuk Mizrakli weke Şaredarê Amedê dest bi kar bû
Selçuk Mizrakli weke Şaredarê Amedê dest bi kar bû
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan HDP Amed Selçuk Mizrakli
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piştî bajarên Wan, Mêrdîn, Sêrt, Batman, Qers, Îdir û Colemêrgê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli jî çû Desteya Bilind a Hilbijartinê û mazbataya xwe wergirt.

 

Piştî hevşaredarên bajarên mezin ên Mêrdîn û Wanê, hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî ji Desteya Bilind a Hilbijartinê mazbataya xwe wergirt û dest bi kar kir. Di roja yekemîn a kar de, pêşî qûlûbeya polîsan a li ber deriyê şaredariyê hate rakirin.


Hevserokên HDPê yên Amedê niha amadekarî dikin ku hemû kirinên qeyûman ên di 2 sal û nîvan de lêkolîn bikin û ger sûcek û gendeliyek hebe, wan bi raya giştî re parve bikin.


Mizrakli piştî mazbatayê berê xwe da şaredariya Amedê û dest bi kar kir.


Li derdora şaredariyê pêşî hemû têlbend û cihê asayîşê bi kepçeyan hatin rakirin û pêşiya şaredariyê ji welatiyan re hate vekirin.


Piştre Selçuk Mizrakli û hin parlamenterên HDPê derbasî nava şaredariyê bûn. Karê yekemîn ê ku dê şaredarên HDP'î bikin lêkolîna derbarê kirinên qeyûman de ye.


Hevserokê Şaredariya  Bajarê Mezin ê Amedê Axaftina Selçuk Mizrakli got: “Di nava 2 sal û nîvan de çi talankarî kirin, çi îsraf kirin, em berpirsyar in ku van hemû kirinan derxin holê. Em ê yek bi yek van pêkanînan derxin holê. Lewre paşerojek tehrîp kirin. Em ê wê paşeroja ku tehrîp kirin bi hemû aliyên wê ve derxin holê û raya giştî re parve bikin. Ev ê bibe yek ji karê me yê destpêkê.”


Bajarê Amedê ku di hêla bêkarî û hejariyê de yek ji bajarê sereke ye, êdî dê bi destê HDPiyan bê birêvebirin. Piraniya xelkê Amedê xwestin ku şaredar bi kirinên xwe xwedî li wan û bajarên wan derkevin.


Welatiyê bi navê Alî Demîr got: “Kesên ku ji kar avêtine divê dîsa wergirin kar. Çima ew kes ji kar avêtibûn? Bi niheqî ew ji kar avêtin. Ma sûcê wan çi bû?


Welatî Musa Kazici jî dibêje: “Ji bo Amedê ji bo kar, ji bo xelk xwe bi pêş ve bibe, ji bo aboriyê divê tiştên pir mezin çêbikin.”


Welatî Hacî Faris Sadebal jî got: “Pêşî divê çopê rake û paqijiyeke baş bike.”


Welatiya bi navê Şenay Gurkan jî anî ziman: “Ji bo gelê me, ji bo ziman û çanda me divê dîsa karên baş bikin.”


Di serî de bajarê Amedê 96 şaredariyên li bajar, navçe û bajarokên din ku di destê HDP'ê de bûn, ev 2 sal û nîv bûn ku ji aliyê qeyûman ve dihatin birêvebirin. HDP'ê di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê adarê de karî 65 şaredariyan careke din bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst