Amed (Rûdaw) - Li Amedê li atolye û dukanên firotina cil û bergên Kurdî amadekariyên Newrozê tên kirin. Li bajêr zêdetirî 100 dukan û atolye hene.
Welatiyên ku derfetên wan hene kiras û fistan û şal û şapik dikirin lê yên ku derfetên wan kêm in jî cil û bergên Kurdî kirê dikin.
Li gorî dukandaran nirxê kiras û fistanekî ji hezar û 500 lîreyî dest pê dike heta 10 hezaran jî derdikeve.
Nirxê taximek şal û şapik jî li gorî cureya cawê wan ji 2 hezar lîreyan dest pê dike û derdikeve.
Li navçeya Rezana Amedê karên atolyeyeke dirûna kiras û fistanên Kurdî zêde bûne.
Her sê dirûnkarên jin bi cil û bergên Kurdî siparîşên ku ji bo Newrozê hatine dayîn didirûn.
Reqereqa ku ji makîneyên dirûnê olan dide jî dibe nexşên ji hev bedewtir û xweşiktir û li vîtrîna atolyeyê cihê xwe digire.
Dirûnkara cil û bergên Kurdî Hacîre Atmacayê anî ziman:
“Milet diçe Newrozê, ji bo xatirê Newrozê em van cilan didirûn. Ji bo şahiya me û ji bo rengê me.
Em cilan heta Almanya, Kanada û Swîsreyê jî dişînin.”
“Armanca me ew e ku kevneşopiya me winda nebe”
Dirûnkara cil û bergên Kurdî Elîf Tofanê jî da zanîn:
“Salên dawî li bajêr kes zêde cilên berê li xwe nake. Armanca me jî ew e ku kevneşopiya me winda nebe.”
Cil û bergên Kurdî bi hemû rengên biharê li hêviya bejn û bala kiryarên xwe ne lê rewşa xirab a aboriyê wisa kiriye ku wekî salên berê welatî bi dile xwe nikaribin van cilan bikirin.
Her ji ber wê ye jî gelek kes bi rêya kirêkirine pirsgirêka xwe çareser dikin.
“Cil û bergên her çar parçeyên Kurdistanê li cem me hene”
Xwediyê atolyeya cil û bergên Kurdî Mehmet Ektî jî li ser bihayê cilan got:
“25 sal in em li Amedê cil û bergên Kurdî çêdikin. Bihayê wan jî ji hezar û 500 lîreyî dest pê dike heta 10 hezaran jî derdikeve.
Em mehê nêzîkî 100 hebî çêdikin. Cil û bergên her çar parçeyên Kurdistanê jî li cem me hene.”
Li Amedê zêdetirî sed dukanên dirûn û firotina kiras û fistan û çêkirina şal û şapikan heye.
Evdirehîm Şêrwaniyê Serhedî jî bi hevalekî xwe re li Sûka Şewitî ya Amedê li ber Mizgefta Mezin bi navê Kevneshop dukaneke firotina şal û şapikan vekiriye.
Evdirehîm Şêrwanî da zanîn ku armanca wan a sereke vejandina çanda lixwekirina cil û bergên Kurdî ye.
Firoşkarê cil û bergên Kurdî Evdilrehîm Şêrwanî got:
“Çend tiştên sereke hene ku miletan dike milet. Yek ji wan a sereke ziman e, ya din jî çand e. Berî 4-5 hezar salan tu dinêrî ku li ser keviran nexş hene ew nexşên ku Kurdan teswîr dikin, ev cil û berg li ser hene.
Belkî ev Kurdiya em pê xeber didin jî wî çaxê tune bûye lê ev cil û berg li ser me bûn.
Lixwekirina cil û bergên Kurdî wekî xeberdana bi zimanê Kurdî li dijî helandina sîstematik a serdestan hem serhildanek e, hem xweparastin û zindîkirina xwe û nasnameyê ye.”
Niha li bajêr êdî haziriyên dawî yên Newrozê tên kirin, roja 21ê Adarê Qada Newrozê dê bi nexş û nemûşên cilên Kurdî şên bibe û keç û xortên Kurd dê bi rengên biharê pêşwazîya biharê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse