Serok Barzanî: Rêya yekane ya rast pêvajoya aştiyê ye

16-02-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Heyeta Îmraliyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baregeha Barzanî ragihand, “Serok Barzanî amadekariya xwe ya ji bo alîkarî û piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û serkeftina wê ragihand.”

Serok Mesûd Barzanî saet 10:00an li Baregeha Barzanî ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Heyeta Îmraliyê pêşwazî kir.

Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Heyeta Îmraliyê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî li ser naveroka civînê got:

“Di hevdîtinê de heyeta mêvan nêrînên xwe yên li ser rewşa siyasî û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û hûrgilî û encamên hevdîtinên xwe yên bi Birêz Abdullah Ocalan re ji Serok Barzanî re anîn ziman.

Her wiha Heyeta Îmraliyê di hevdîtinê de naveroka peyama Birêz Abdullah Ocalan jî gihand Serok Barzanî.

Serok Barzanî bixêrhatina heyeta mêvan kir û tekezî li ser girîngiya pêvajoya aştiyê kir.

Serok Barzanî pêvajoya aştî wekî rêya yekane ya rast a ji bo gihiştina çareseriyê û pêwîst anî ziman ku hemû alî hewlên xwe li ser wê yekê kom bikin ku pêvajoya aştiyê bigihê encamê.

Serok Barzanî amadekariya xwe ya temam ji bo alîkarî û piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û serkeftina wê ragihand.”

Heyeta Îmraliyê dê sibê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinekê bike û roja sêşemê jî biçe Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.

Di heyetê de Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.

Pervîn Buldanê derbarê serdanê ji Rûdawê re gotibû ku ew dê di hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re peyamên rayedarên Herêma Kurdistanê ragihînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst