Geştên asmanî di navbera Dîlok û Hewlêrê de destpê dikin

16-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya AnadoluJet a ser bi Helên Asmanî yên Tirkiyê (THY) ve dê di navbera Dîloka Bakurê Kurdistanê û paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê de dest bi geştên asmanî yên rasterast bike.

Şêwirmediya Ragihandina ya THYê ragiahnd ku ji 24ê Çileya 2022an pê ve, dê ji her du aliyan ve di hefteyê de 2 rojan (duşem û pêncşem) geştên asmanî di navbera Hewlêr û Dîlokê de pêk bînin.

Balafir dê ji Balafirxaneya Dîlokê di saet 11.25an de û  ji Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî di saet 13.45an de rabin.

Li Hewlêrê ku keleha wê di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê de ye, dîroka wê heta 6 hezar sal beriya mîladê diçe û bi avahiyên xwe yên balkêş û mîmariya xwe ve her sal ji aliyê gelek geştyarên xwecî û biyanî ve tê ziyaretkirin.

Ji bo destpêkê kampaya

Ji bo destpêkê di bilêtan de kampanya heye û bihayê bilêtan bi 99 dolarî dest pê dikin.

Rêwiyên AnadoluJetê dikarin heta 31ê Adarê bilêtên xwe bikirin û dikarin heta 31ê Gulanê jî bilêtên xwe biguherînin.

Ji bo agahiyên berfireh rêwî dikarin malpera înternetê ya "www.anadolujet.com"ê ziyaret bikin û di bilêtên xwe de guherînê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst