Beşek ji kampa Herşem li Enkawe şewitî

16-01-2019
RÛDAW
Agir li kampa Herşem a awareyan, ku dikeve nêzîkî bajarokê Enkaweyê, ket.
Agir li kampa Herşem a awareyan, ku dikeve nêzîkî bajarokê Enkaweyê, ket.
Nîşan Hewlêr Enkawe Şewat Agir Kampa Herşem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro danê sibê agir li kampa Herşem a awareyan li nêzîkî bajarokê Enkawe ket û di şewatê de 14 malên plastîkî şewitîn. Peyamnêrê Rûdawê dibêje, tenê zirarên maddî çê bûne û zirar negihîştiye ti kesên ku li kampê de dijîn.

 

Peyamnêrê Rûdawê, Hadî Selîmî ragihand: “Saet 06:00ê danê sibê ya îro çarşembî 16ê Çileya 2019an, agir li kampa Herşem a awareyan ket û di encama şewatê de 14 malên plastîkî bi tevahî şewitîn, lê belê ti zirarên canî çê nebûn, tenê ew kelûpelên ku di nava kampê de bûne, şewitîne.”

 

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mûsa Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ya ku ji me re giring e, ev e ku ti zirarên canî çê nebûne, mixabin ev bûyer bi sedema kontakata elektirîkê û amûrên germkirinê çê dibin.”

 


Derbarê hevkarîkirina wan kesên ku di nav kampa Herşem de kelûpelên wan şewitîne, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibêje: “Me bi hevahengiya li gel parêzgarê Hewlêrê û çend rêxistinên din dest bi xebatê kiriye, ji bo gihandina alîkariyan û qerebûkirina wan malbatên ku îro di bûyera agirketina li vê kampê de malên wan şewitîne û di navbera 24 demjimêrên din de em dê hemû pêwîstiyên wan dabîn bikin.”

 

Li kampa Herşem a nêzîkî bajarokê Enkawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, 300 malbat ku xelkê Şingalê û Mûsilê ne, dijîn, ku li gor amaran hejmara kesên di vê kampê de dijîn, 1500 kes e.

 

Ew aware ji ber şer û nearamiya li navçeyên xwe hêj nevegeriyane ser cih û warê xwe.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst