MÊRDÎN – Bi fermî 3 ker malnişîn bûn

15-12-2017
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Şaredarî Ker
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê, 3 kerên ku ji bo karê paqijiyê dihatine bikaranîn, ji ber 8 salên xwe di vî karî de qedandine, weke malnişîn hatine qebûlkirin.

 

Wezareta Çand û Geştiyarî ya Tirkiyê, ji ber dîroka wî ya 7 hezar salî, navê bajarê Mêrdînê ji bo Mîrateyên Cîhanî yê UNESCOyê weke nemzet diyar kiriye.

 





Ji ber kolanên teng û asê, paqijiya bajarê Mêrdînê bi keran tê kirin. Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê, ji bo vî karî 43 keran bikar tîne.

 

Li bajêr, 3 kerên bi navê Çarî, Dara û Reşo, ku 8 sal in ji bo karê paqijiyê tên bikaranîn, bi merasîmekê malnişîn bûn.

 

Di dema merasîmê de fêkî û sebze dane keran.

 





Şaredariya Artûklû ji serê sibê 06.00ê heta 11.00ê nîvro, bi van keran gilêş û bermayên bajar kom dike.

 

Kerên ku ji aliyê şaredariyê ve tên xwedîkirin, di govên xwe de mûzîka Bach, Mozart, Beethoven guhdar dikin.

 

Rêveberê Xizmetguzariyên Paqijiyê ya Şaredariya Artûklûyê Qedrî Toparli da xuyakirin, ku ew van keran pir baş xwedî dikin.

 





 (Jêder: DHA)

 

(N.S) 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst