Serok Barzanî pêşwazî li Serokkomarê Iraqê kir

15-11-2022
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Letîf Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd kir û her du aliyan piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê û cîbicîkirina bernameya hikûmetê dubare kirin.

Baregeha Barzanî ragihand ku îro Sêşemê 15ê Mijdara 2022an de Serok Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li Pîrmamê civiyan.

Baregeha Barzanî di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Divê pirsgirêk li ser esasê diyalogê û dûrî zimanê gefan bên çareserkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de rewşa siyasiya Iraqê, pêşhatên proseya siyasî û pêngavên hikûmeta nû ya Iraqê mijarên din ên hevdîtinê bûn û “her du aliyan piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê û cîbicîkirina bernameya hikûmetê dûpat kirin.”

Baregeha Barzanî wiha diyar kir ku di hevdîtinê de “Balkişand li ser peywendiyên Iraqê li gel welatan û civaka navdewletî û tekezî li ser rol û pêgeha Iraqê li navendên herêmî û navdewletî kirin.”

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di yekemîn serdana xwe ya Hewlêrê de li firokexaneyê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Îro li gel Mesrûr Barzanî jî civiya û biryar e serdana Parlamentoya Kurdistanê jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst