Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê malbatek 50 sal in beniyan çêdike.
Beniyên wan bi nav û deng in û ew bi ava tirî û guwîza çêdikin û tişteke ne xwezayî tevlî nakin. Ev kar bûye çavkaniya debara jiyana bo wan.
Cotkar Ramazan Erdem li ser karê xwe got:
“Ji sala 1975an ve em vî karî dikin. Em tiriyê xwe tînin, ava wê digirin, dixin beroşan û li ser agir dikelînin.
Em hinek ard jî dixinê, nêzîkî 2-3 demjimêran dikele piştre em gewlazê gûzan lê dihilînin û dibe benî.”
Ew beniyên ku çêdikin bi darve dikin û piştre radikin û êdî ji bo xwarinê amade dibe.
Vê carê ew ne bi tenê ne, geştyarên ku hatine wir navçeyê jî alîkariya wan dikin û behsa tama van beniyan dikin.
“Mirov heqê keda xwe distîne”
Cotkar Ali Erdem jî anî ziman:
“Karekî zehmet e, karekî grûpî ye, bi yek du kesan nayê kirin lê mirov heqê keda xwe distîne, tama wê jî di wir de ye.”
Geştyareke bi navê Fatma Kuputa ku ji xwe re li Mêrdînê digere got:
“Em gelekî kêfxweş in, bajarekî gelekî xweş e. Yek du rojan mirov nikare li hemû Mêrdînê bigere.
Cara yekem e ez têm, ev roja min a yekem e. Ez bi şûnwarên dîrokî û xwarinên Mêrdînê matmayî mam.”
Malbata Erdem her sal 2-3 ton benî çêdike.
Ew beniyan hinardeyî hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û welatên wek Holenda, Amerîka, Almanya, Kanada û Brîtanya dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse