Li dibistaneke koçberên Rojavayê Kurdistanê şewat derket

15-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li dibistaneke koçberên Rojavayê Kurdistanê li qezaya Akrê ya Herêma Kurdistanê şewat derket û di encamê de beşek ji dibistanê şewitî, lê ti zirarên canî nebûne.

Li gor agahiyan, êvara roja Pêncşemê agir bi wê dibistana taybet bi xwendekarên koçberên Rojavayê Kurdistanê ketiye.

Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Duhokê, Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re ragihand, “dibistana ku agir pê ketiye li Kampa Kela Akrê ye û ya xwenekarên koçberên Rojavayê Kurdistanê ye.”

Bêwar Ebdulezîz diyar kir, “di şewatê de tenê odeya mamosteyan şewitiye û kes jî têde nebûye, lewra ti zirarên canî nînin.”

Mamosteyekî wê dibistanê ji Berevaniya Sivîl a Akrê re gotiye, sedema derketina agir kontakta elektrîkê bûye, lê belê Berdevkê Berevaniya Sivîl a Duhokê dibêje, wan komîteyeke lêkolînê pêk aniye, daku sedema bûyerê diyar bikin û paşê ew dê encamên lêkolîna xwe radestî Perwerdeya Akrê bikin.

Nêzîkî 240 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê di nava 10 kampên Herêma Kurdistanê de dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst