Li Efrînê çekdaran serokê Encûmena Bajarokê Mabata girtin

15-10-2020
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Gurûpeke bi navê Polîsên Medenî ji gurûpên çekdar ên oposizyona Sûriyê ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, roja Çarşemê Serokê Encûmena Xwecihî ya Bajarokê Mabata girt.

Zanyariyên xwecihî ji bajarokê Mabata yê ser bi Herêma Efrînê ve diyar dikin, ku piştî nîvroya roja Çarşemê, 14ê Cotmeha 2020an gurûpeke bi navê Polîsên Medenî ji gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê, serokê Encûmena Xwecihî ya Mabata Ebdul Muttelib Şêx Neisan, li gel 2 karmendên din yên alîkarên wî, girtin.

Li gorî zanyariyan, 11ê vê mehê jî, dewriyeke hevbeş ji îstixbarata Tirkiyê û çekdarên Polîsên Medenî, Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî ya Mabata û 6 karmendên din ligel wî girtin.

Tevî ku encûmenên xwecihî ser bi gurûpên çekdar ve ne jî, lê gelek caran Tirkiyê û grûpên çekdar serok û endamên wan encûmenan digrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst