Li Mêrdînê kesekî birayê xwe kuşt

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Pevçûna Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesekî birayê xwe bi çekê kuşt.

Li gor zanyariyan li taxa Kotekê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di navbera 2 birayên bi navên Orhan Çogala û Fehmî Çogala de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du bira pev çûn.

Di pevçûnê de Orhan Çogala bi çiftê guleyek li birayê xwe da û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Fehmî Çogala bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan ya Mêrdînê lê wî tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Orhan Çogala piştî bûyerê hatiye desteserkirin û karûbarên yasayî yên derbarê wî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst