Rêxistinên ragihandinê bo 16 rojnamevanên Kurd çalakiyan saz dikin

15-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên ragihandinê bi armanca piştgiriya 16 rojnamevanên Kurd ku beriya 3 mehan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibûn girtin dê li 5 parêzgehan çalakiyan bikin.

Platforma Rojnamevanên Jin yên Mezopotamya (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan ya Firat Dicle ragihandin ku  roja Înê 16ê Îlona 2022ê bi armanca piştgiriya 16 rojnamevanên Kurd ku ev 3 meh in girtîne dê li parêzgehên Amed, Stenbol, Enqere, Wan û Mersinê çalakyan saz bikin û banga beşdarbûnê kirin.

Li gor daxuyaniya Rêxistinên Ragihandinê dê li 5 parêzgehan li ber şaxên PTTê daxuyanî bên dayîn û bo 16 rojnamevanên girtî dê name û pirtûk bên şandin. Herwiha hat diyarkirin ku dê Rêxistina Ragihandina Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK Basin-IŞ) û Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) jî piştgiriyê bidin çalakiyan.

Di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022ê li Amedê polîsan bi operasyoneke hemwext bi ser gelek malan de girtibûn û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî  20 jê rojnamevan bi tevahî 21 kes desteser kiribûn.

16ê Hezîrana 2022ê bi biryara dadgehê cezayê zîndankirinê li ser 16 rojnamevanên Kurd hat ferzkirin û bo girtîgehê hatin şandin. Pênc kesên din jî ku çar rojnamevan in bi mercê dadî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst