Li Idir û Agirî 136 koçber bo Efxanistanê hatin vegerandin

15-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Idir û Agirî yên Bakurê Kurdistanê 136 koçberên Efxanistanê bi firokeyan bo welatê wan hatin şandin.

Tirkiyê di van demên dawî de rêkarên xwe yên bo rûbirûbûna koçberan zêde kirine û tevî astengkirina sînorên xwe yên bi Îranê re, koçberên desteserkirî jî vedigerîne welatê wan.

Rojane di nav sînorên parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de bi dehan koçberên Efxanistanî û welatên din tên desteserkirin û  bi armanca vegerandina bo welatê wan li navendên Koç û Koçberan tên bicîkirin.

Koçberên ku karûbarên wan ên yasayî temam dibin piştre bi rêya firokeyan bo welatên wan tên şandin.

Herî dawî roja Dûşemê 15ê Tebaxa 2022an li parêzgeha Idirê 111 koçber û li parêzgeha Agirî jî 25 koçber bi giştî 136 koçberên Efxanistanî ku li navenda Koç û Koçberan a wan parêzgehan dihatin ragirtin, bi geştên esmanî bo Kabul a paytexta Efxanistanê hatin şandin.

Ligel Tirkiye bi rêya çêkirina dîwarên beton li ser sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de hewl dide rê li ber derbasbûna koçberan bigire, lê dîsan rojane bi dehan koçber di wan sînoran re derbas dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst