Welatiyê ji Rihayê li Antalyayê 3 mehan bi zorê hat girtin û diranên wî hat kişandin / Wêne: Medyaya civakî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, welatiyê bi navê Vedat Kurt yê berî 2 salan şkenceyên giran lê hatibû kirin banga edaletê dike.
Vedat Kurtê 22 salî ku bavê wî canê xwe ji dest daye, sala 2020an ji bo karkirinê diçe parêzgeha Antalyayê û di dikaneke temîrxaneya otobusan de dest bi kar dike.
Vedat Kurt dibêje, dema pereyê xwe dixwaze 4 hosta û xwediyên kargehê mûçeyên wî nadin û wî bi zorê digirin.
Vedat Kurt ku niha li Sirûcê dijî, derbarê şkenceya lê hatiye kirin û pêvajoya dadgehê ji Rûdawê re axivî û banga edaletê kir.
“Min newêrîbû ji malbata xwe re tiştek bigota”
Vedat Kurt got:
“Bavê min nîne û ez sala 2020an ji bo kar çûm Antalyayê. Dema min mûçeyî xwe xwest, pereyên min nedan min û her 4 xwediyên kargehê yên şirîk li min da û şkence li min kirin.
Telefona min şikandin û bi telefona xwe li malbata min digeriyan û digotin bi kurê xwe re biaxivin.
Dema ez diaxivîm demançe dadanîn ser serê min û digotin `eger tu tiştekî ji malbata xwe re bêjî em dê te bikujin.`
Min newêrîbû ji malbata xwe re tiştek bigota. 2-3 rojan şkenceyên giran li min kirin.
Wan ez tazî dikirim û diranê min bi kelpetan kişandin.
‘Wêneyên şkenceyê dikişandin’
Wêneyên şkenceyê jî bi telefona xwe dikişandin. Wan sê mehan bi zorê ez di kargeha xwe de girtim û êvaran jî ez girê didam û derî li ser min digirtin û diçûn.
Piştî ku birînên min sax bûn, ez ji destê wan reviyam û min li qereqola polîsan gilî kir. Li ser giliyê min hatin girtin û doz hat vekirin.”
4 kesên şkence li Vedat Kurt kirine Ahmet Tahtaci, Serkan Tumuç û Adem Alici yên ji parêzgeha Dîlokê û Osman Tokdaşê jî ji parêzgeha Semsurê ye.
Dîmenên şkenceya li Vedat Kurt hatiye kirin ji aliyê polîsan ve di telefona şkencekaran de hatine girtin û di dosyeya dadgehê de cih girtine.
4 tohmetbar sala 2022an tenê 50 rojan di girtîgehê de mane û piştre hatin berdan.
Rûniştina dozê dê 16ê Çiriya Pêşîna 2024an li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê bi rê ve biçe.
Vedat Kurt daxwaza edaletê dike û dibêje, bila kesên şkenceyên giran li min kirin bêne cezakirin û li nav civakê bi serbestî negerin.
Vedat Kurtê ku şkence lê hatibû kirin ji Rûdawê re behsa xwe kir:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 16, 2024
"2-3 mehan şkence li min kirin"
"Kesên ez şkence kirim hatin berdan" pic.twitter.com/TF0gte3ujX
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse