RIHA - Paletiya nîskan dereng maye

06-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Niha li parêzgeha Rihayê jî dema rakirina nîskan e. Wêne û vîdyo: Rûdaw
Niha li parêzgeha Rihayê jî dema rakirina nîskan e. Wêne û vîdyo: Rûdaw
Nîşan Riha Sirûc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, îsal ji ber hewa sar bû û baran zêde barî, paletiya nîskan dereng ketiye. Ji bo nîskên ku li kêrê hatine xistin qonaxa patozê berdewam e.

Li Bakurê Kurdistanê, li gelek navçeyên ku çandiniyeke berfireh lê tê kirin, li ser heman zeviyê du caran berhem tê çandin. Weke mînak, li hinek zeviyan genim tê çandin, piştî ku genim tê rakirin berhemeke din li şûna wê tê çandin.

Niha li parêzgeha Rihayê jî dema rakirina nîskan e û dê li şûna wê pembo bê çandin.

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê dirûna nîskan berdewam e. Xorimên nîskan diavêjin patozê da ku nîsk û kayê ji hev cuda bikin.

Endazayarê Çandiniyê, Abdurrahman Aydogdu dibêje: “Li Sirûcê bi hatina avê çandinî gelek çêbû, niha jî îro li Sirûcê me dest bi patoza nîskan kir. 10-15 rojên din jî genim dê were dirûn. Li Sirûcê çandiniya nîskan, genim, ceh, pembo û garis tên çandin.”

Cotkarên paleyiya nîskan dikin, tevî ku dereng mane wek berhemê duyem yekser dest bi amadekariya çandiniya pembû dikin.

Abdurrahman Aydogdu herwiha dibêje: “Her sal di van deman de pembo evqas dirêj dibû lê belê niha pembo gişt hûr e, ev jî bi çi girêdayî ye, ji ber ku îsal hewa gelek sar e. Dema hewa sar be, çandinî gişt xwarê ye. Ji bo çandinî baş be, divê hewa germ be, ji ber ku îsal hewa nebaş e, çandinî jî nebaş e.”

Riha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji mezintirîn parêzgehên çandiniyê ye ku 10 milyon û 729 hezar û 252 dekar erdên çandiniyê lê hene. Herwiha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %42ê pembû, %38ê nîskên sor û %37ê fistiqan û %7.5ê genim li Rihayê tê berhemanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst