Gelo modela Kolombiyayê dikare ji bo çareserkirina pirsa Kurd bibe minak?

15-07-2018
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kolombiya Pêvajoya Aştiyê Pirsa Kurd Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw)– Ji bo çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyş, niha modela Kolombiya weke minak tê girtin û li Enqerê di panelekê de ew mijar hate niqaşkirin. Pispor dibejin di navbera her dû meseleyan de eger cudahiyên mezin jî hebin, hem hikumeta Tirkiye û hem jî aliyê Kurd dikarin ji modela Kolombiyayê sûdê werbigre.

 

Gelo, modela Kolombiyayê dê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bibe minakek an na? Ev pirs li Enqerê di panelekê de hate niqaşkirin. Pispor dibejin di navbera her dû meseleyan de ferqên mezin hebin jî hem hikumeta Tirkiye û hem jî aliyê kurd dikare ji modela Kolombiyayê sûdê werbigre.


Proseya aşitiyê ya Kolombiyayê li paytexta Tirkiyê Enqerê hate niqaşkirin. Proseyê li Kolombiyayê di sala 2012an dest pê kir û piştî 4 salan gihişte encamê. Navenda lekolînên demokrasî, aşitî û politikayên alternatîf DEMOSê, proseya aşitîyê ya Kolombiyayê vekoland û raporek amede kir. Yek ji amadekarên vê raporê dibeje, di biserketina proseya aşitiyê de rola herî mezin ya saziyên sivîl e. 


Derbarê vê mijarê de pispora DEMOSê Guneş Daşlî ji Rûdawê re wiha got: “Tişta ku me dît ev e, civaka sivîl bi awayekî çalak beşdarî proseyê dibe. Yanî tenê nabin aliyê daxwazkar,  li ser maseyê, di qadên biryarwergirtinê de hene û bi saya vê desteftinan bi dest xwe dixin. Lewra bi lez dikarin bi awayekî kolektif seferber bibin û ev yeka jî dibe sedem ku her du aliyan zext çêbe û ew gavan biavêjin.”


Gelo, modela Kolombiyayê dê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bibe mînakek? Pispor dibejin pirsa Kurd meseleyeke etnîkiye û ev jî di navbera herdû minakan de ferqa herî mezin e. 


Li ser vê mijarê Akademîsyanê Zaningeha Kolombiyayê Serhat Tutkal jî wiha axifî: “Cudahiyeke jî ev e ku li wir pevçûnê etnîkî nînin. Li Kolombiyayê nifûsa gelê xwecihî nêzikî sedî 2yan e û ew di nava rêxistinên weke FARC, ELN û EPLê de pir ne çalak in. Yanî ne pir pêkan e ku behsa hebûna mirovên xwecihî were kirin. Ji ber wê yekê bêhtir dişebe têkoşîna gundiyan. Bingeha wan rêxistinan li ser daxwaza erdan e. Ew ji dewletê erdan dixwazin.


Gelek pispor dibejîn divê aliyên şer ji bo pêkanîna aşitiyeke mayînde li mînakên tevahiya cîhanê binêrin.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst