Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Serkirdetiya YNKê Ferîd Eseserd diyar kir, eger partiyên Kurdistanê li derveyî kongreyê nekarin ji bo çareseriya pirsgirêkan nêzîkî hev bibin, kongreyek jî nikare vî karî bike.
Li bajarê Silêmaniyê, bi destpêşxeriya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, komxebatek tê sazkirin û gelek nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanê jî beşdar dibin.
Derbarê komxebatê de Endamê Serkirdetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd ji Rûdawê re got: “Komxebata KNK giring e, ji ber ku hemû partiyên herçar Kurdistanê kom dike. Dê encamname bibe guvaş li ser aliyên siyasî da ku cudahiyên di navbera xwe de kêm bikin.”
Eseserd diyar kir, ku ji bo stratejiyeke hevbeş a neteweyî kar kirin karekî zehmet e û got: “Ji ber ku rewşa hemû parçeyekî xweser û taybet e. Her parçeyek di nav şert û mercên taybetî de dijî ku kurdên wan parçeyan bixwe dikarin biryara xwe bidin.”
Ferîd Eseserd balkişande ser rewşa parçeyên Kurdistanê û diyar kir, ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji qonaxên çarenivîsaz re derbas dibin û komxebata KNKê dikare nêrînên aliyên siyasî yên Kurdistanê li hev nêzîk bike.
Eseserd got: “Lê eger li derveyî kongreyê partiyên kurd nekarin nêzîkî hev bibin, kongreyeke wiha jî nikare wan nêzîkî hev bike. Dîsa jî di rewşeke wiha de, kombûna ev hinde nûnerên partî û rêxistinan, herwiha kesayetan karekî giring e. Herwiha guvaşeke ser aliyan da ku nakokiyên xwe ji holê rabikin û ji bo nêzîkbûna hev bernameyekê daynin.”
Biryare komxebata KNKê 2 rojan berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse