Aydin Merûf: Wezaret ji bo Turkman û Xirîstiyanan hatiye yekalîkirin

15-06-2019
RÛDAW
Nîşan Aydin Merûf Wezaret Herêma Kurdistanê Turkman Xirîstiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksyona Bereya Turkmanî li Parlementoya Kurdistanê Aydin Merûf ragihand ku "dayîna wezaretekê ji Turkman û Xirîstiyanan re yekalî bûye".

 

Aydin Merûf ragihand ku “Serokê raspartî yê civata wezîrên Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna li gel aliyan dê ligel pêkhateyan jî bicive û pêdana wezaretê bo Turkman û Xirîstiyanan hatiye yekalîkirin.

 

Serokê Fraksyona Bereya Turkmanî li Parlementoya Kurdistanê Aydin Merûf ragihand: “Heya niha dema civîna serokê raspartî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêkhateyan nehatiye diyarkirin, lê piştî civîna li gel aliyan wê bi pêkhateyan re jî bicive û pêdana wezaretê bo Turkman û Xirîstiyanan yekalî bûye lê hê jî nebûye fermî.”

 

Aydin Merûf bal kişande ser wê yekê Turkmanan daxwaza posta Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo pêkhateyan kirine û dibe ku tevî pêdana wezaretê vê postê jî bidin Turkmanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst