Li Rojavayê Kurdistanê encûmena jinan hat damezirandin

15-06-2019
RÛDAW
Li bajarê Amûdê, Kongreya Damezrîner a Encûmena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.
Li bajarê Amûdê, Kongreya Damezrîner a Encûmena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Amûdê Encûmena jinan
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Encûmena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezirandin.

 

Kongreya Damezrîner a Encûmena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh Înê 14ê Hezîranê bi slogana "Yekitiya Jinên Azad Misogeriya Sûriyeya Demokratîk e" li hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar ket.

 

Di kongreyê de 150 kes beşdar bûn û di dawiya kongireyê de, kordînasyona rêvebirina encûmenê ji 17 jinan hate pêkanîn. Ew 17 endamên kordînasyona rêvebirina Encûmena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vî awayî ye:

 

“Jorjet Yaqûb, Ebîr Hesaf, Lemiya Xelo, Xewla El-Îsa, Zozan Mustefa, Stêra Qamsim, Necla Temo, Duha El-Fiteyih, Nalîn Reşo, Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Sîham Emoka, Mizgîn Zêdan, Narîn Metînî, Buseyna Gêlo, Bêrîvan Hisên û Nusra El-Ebaka.”

 

Herwiha di kongreyê de rêziknameya Encûmena Jinan ji aliyê Endama Komîteya Amadekar Sîham Emoka ve hate xwendin.

 

Di daxuyaniya bidawîhatina kongreyê de hatiye gotin, ku dê roleke mezin a vê encûmenê di guhertinên demokratîk de li Sûriyê hebe.

 

Berdevka Kongreya Star û Endama Komîteya Amadekar, Evîn Siwêd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew niha xwe ji bo destûra nû ya Sûriyê amade dikin.

 

Evîn Siwêd diyar kir, xweamadekirina wan bo qonaxa destûra nû ya Sûriyê, li ser bingeha parastina destkeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst