Hikûmeta Sûriyê rê nade sotemenî bigihêje Şehbayê

15-04-2023
Hisên Omer
Hikûmeta Sûriyê rê nade sotemenî bigihêje Şehbayê
Hikûmeta Sûriyê rê nade sotemenî bigihêje Şehbayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Careke din hêzên hikûmeta Sûriyê rê li pêş gihandina sotemeniyê ji bo navçeya Şehbayê girtine. Di encamê de, koçberên Efrînî û nişteciyên navçeyê rastî kirîzeke tund a sotemenî, elektirîk û avê hatine.

Navçeya Şehba li bakurê Helebê ku, ji bo bêhtirî 100 hezar koçberên Efrînî bûye penageh, careke din ketiye jêr dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê ku rê li pêş gihandina sotemeniyê ji bo navçeya digirin.

Şikîr Heyder koçberekî Efrînî li navçeyê ye. Ew ji Rûdawê re behsa encamên dorpêçê li ser jiyana xelkê dike.

Koçberê Efrînî Şikîr Heyder dibêje rewşa xelkê Şehbayê xirab e, û hikûmet jî nahilê sotemî derbasî herêmê bibe.

Koçberê ji Efrînê Mihemed Henîf Îbiş, ji Rûdawê re dibêje ku di rastiyê de, ew ji 5 salan ve li jêr dorpêçê ne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov-Efrînê Îbrahîm Şêxo ku li Şehbayê dimîne, ji Rûdawê re got, ji 10 rojan ve, hêzên hikûmeta Sûriyê rê li pêş gihandina sûtemeniyê girtine, di encamê de kirîzeke tund a sûtemeniyê derketiye.

Bihayê 1 lître mazot gihîştiye 7000 lîreyên Sûrî, bihayê 1 lître benzîn gihîştiye 11000 lîreyên Sûrî, bihayê 1 cereya xazê gihîştiye120000 lîreyên Sûrî.

Herwiha elektirîk ji 4 demjimêrên rojane ji bo 2 demjimêrên rojane kêm bûye. Av ji 10 demjimêrên rojane bo 8 demjimêrên rojane kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst