Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê re darên mişmişan kulîlk dane.
Bi vê yekê jî serdema dermankirina berhem dest pê kiriye.
Piraniya dermanên ku tên bikaranîn kîmyayî ne û ji bo tenduristiya mirovan metirsîdar in.
Pispor daxwazê ji cotkaran dikin ku di vê pêvajoyê de hişyar bin.
Serokê Odeya Endazyarên Çandiniyê ya Meletiyê Fevzî Çîçek got:
“Ez dixwazim bibêjim, van salên dawî di mişmişên ter û yên hişk de ku em hinarde dikin derbarê bermayên derman ên di nava berhem de gelekî pirsgirêkên cidî hene.
Ev jî nîşan dide ku divê em di serdemên pêşiya me de zêdetir hestyar bin.
Ji ber wê divê cotkarên me ji vê qonaxa destpêkirina dermankirinê heta dema berhevkirina berhem di bikaranîna derman de hestiyar bin.
Em pêşniyar dikin wan dermanan bi kar bînin ku bermayên wan li ser berheman nemînin, guh bidin pêşniyarên teknîkî, rêjeya dermanê ku bi kar tînin gelekî baş bipivîn û bi taybetî di serdema berhevkirina berhem de ti dermanan bi kar neynin.”
Gelek caran welatên Ewropa û cîhanê beşek ji berhemên çandiniyê yên ku ji Tirkiyeyê tên hawirdekirin ji ber rêjeyeke zêde ya derman tê de ye bi paş de vedigerînin.
Ji ber wê jî tê xwestin ku divê cotkarên mişmişan îsal di bikaranîna derman de baldar bin da ku di hinardeya berhemê xwe de rûbirûyê astengiyan nebin.
“Em pêbendê tedbîran dibin”
Cotkar Erol Toper li ser dermanê mişmişan anî ziman:
“Dixwazim derbarê dermanên çandiniyê vê yekê bibêjim, em pêbendê tedbîran dibin.
Em mişmişên yekem ên salê dişînin Ewropayê ji ber wê em di bikaranîna dermanên çandiniyê de gelekî baldar in.”
Meletî wekî paytexta cîhanê ya mişmişan tê naskirin, ji ber ku li seranserî cîhanê derdora ji sedî 85ê çîran li vê parêzgehê tên berhemanîn.
Li gorî amarên fermî Meletiyê di 2 salên borî de bi qasî 818 milyon û 965 hezar dolar, 147 hezar û 775 ton mişmiş hinardeyî 115 welatan kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse