Li Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn: Kesek mir û 5 kes birîndar bûn

26-07-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê du otomobîl li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Karapinarê ya navçeya Arganê ya Meletiyê otomobîla bi plakaya 44 AEK 608 a ku O.K diajot û otomobîla bi plakaya 44 EP 929 a ku O.A diajot li hev qelibîn.

Tîmên tenduristî û îtfaiyeyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên îtfaiyeyê kesekî ku di otomobîlê de asê ma bû rizgar kir.

Di qezayê de Muhammet Ensar Sakar (9) li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û U.S, O.A, M.S, K.S û M. S yên ku birîndar bûne jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst