Li Efrînê di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn

15-02-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Hêzên Kurdî Grûpên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li nêzîkî gundekî Efrînê di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derketin.

Li gor medya ser bi opozisyona Sûriyê, şeva borî, li nêzîkê gundê Basûfanê yê herêma Efrînê, şer û pevçûn di navbera şervanên Kurd û çekdarên opozisyona Sûriyê de derketine.

Li gor çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê, hejmarek şervanên Kurd hewl dane biçin nav gundê Basûfanê û di encam de şer û pevçûn derketine.

Gundê Basûfanê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê gundekî Kurdên Êzdî ye û ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê ve hatiye dagîrkirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst