Cemîl Bayik: Metirsiyeke mezin heye

15-02-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku “heta tecrîda” li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bidawî nebe, pirsa Kurd çareser nabe.

Peyama Hevserokê KCKê Cemîl Bayik a bi dîmen di çalakiya li Strasboûrg a ji bo salvegera girtina Abdullah Ocalan hat xwendin.

Cemal Bayik girtina Ocalan weke komployeke navnetewî bi nav kir û got:  “Komploya navneteweyî Amerîka, Îsraîl û Brîtanyayê pêk anî, gelek hêzan jî cih têde girt. Dibe ku Tirkiye komployeke wiha xwestibe ku pêk bê, lê ev komplo tenê li ser daxwazên wan tenê pêk nehat. Li ser berjewendiyên modernîteya kapitalîst pêk hat. Ewropa, Rûsya, Yewnanistan, Kenya û Misir jî berjewendiyên xwe di vê komployê de dîtin û cih girtin, ketin xizmeta komployê.”

Bayik anî ziman ku  li ser Ocalan metirsiyeke mezin heye û wiha pê de çû: “Divê gelê Kurd, dostên wan û her kesê girêdanbûna wan bi nirxên mirovahiyê re hene dive vê metrisiyê bi kurahî bizanin. Em hemû deyndarê Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me her tişt pêşxist û da destê me. Ji bo vê divê em deynê xwe yê ji bo Rêber Apo bidin. Heta ku ev talûke û tecrîd neyê şikandin, heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêşnekeve, Kurd azadiya xwe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîkbûyinê, mirovahî ji hêviyên xwe û utopyayên pêk naîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst