Aras Şêx Cengî: Eger pirsgirêkên YNKê bi diyalogê neyên çareserkirin, dê bi çekan çareser bibin

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Aras Şêx Cengî YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aras Şêx Cengî got “Rewşa navxwe ya YNKê aloz e û eger di nava 48 saetan de neyê çareserkirin, dibe ku bi çekan were çareserkirin.”

Endamê Serkirdayetiya YNKê Aras Şêx Cengî roja Şemiyê ji Rûdawê re axivî û got: "Rewşa navxwe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) aloz e û divê were çareserkirin, nexwe di nava 48 saetan de bi çekan çareser dibe.”

Aras Şêx Cengî dibêje “Silêmanî di rewşeke siyasî ya xirab re derbas dibe û ew kesên ku niha Silêmaniyê birêve dibin ji rêya Mam Celal dûr in, piştî şerê Hekarî ev cara yekeme ku Silêmaniyê rewşek wiha xirab dibîne.

Aras Şêx Cengî birayê hevserokê berê yê YNKê Lahur Şêx Cengî jî got: "Ez ne di wê baweriyê de me hêzeke çekdar ava bike, lê niha YNKê pasewanên wî jê standine. Dibe ku pasewan bin, ne hêzên çekdar."

Li gorî Aras Şêx Cengî, îhtimal heye ku rewşa navxwe ya YNK û Silêmaniyê baştir bibe û got "Ez bawer dikim ku rewş baştir dibe, nexwe ezê ji Kurdistanê derkevim, heta rewşa YNKê xirab be, Silêmanî jî dê xirab be.”

Endamê Serkirdatiya YNKê got jî “Tişta ku niha diqewime ne rêya Mam Celal e, eger pirsgirêka wî bi her kesekî re hebûya, dê biçûya mala wî û aştî pêk bihata. Yên ku YNKê bi rêve dibin ne ew YNK ne ku bi kom endam û berpirsên xwe derdixe. Mam Celal tekane serkirde bû ku yek metre zeviyê li tu cihî tunebû.”

Piştî ku Bafil Talebanî di 8ê Tîrmeha 2021ê de Serokê dezegha Zanyarî ya Dijeterorê guhert, pirsgirêkên nav YNKê zêde bûn.

Di 8ê Tîrmeha 2021ê de, piştî ku Bafel Talebanî, hevserokê wê demê yê YNKê, serokên dezgeha îstixbaratî û dije-terorê guherand, di 8ê Tîrmeha 2021ê de, alozî di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de zêde bû. Vê yekê Lahur Şêx Cengî nîgeran kir û peywendiyên wan piştre aloz bûn, heta ku di 15ê Tîrmehê de Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) desthilatên ji Lahur Şêx Cengî yên wek hevserokatî wergirt.

Herwiha Aras Şêx Cengî di 02.11.2021ê de bi biryara Serokê YNKê Bafl Talebanî ji kar hatibû dûrxistin û piştre dîsa hatibû erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst