Qurbaniyên teqîna Qamişloyê Zozan û Medîne bi cilên bûkaniyê hatin oxirkirin

14-11-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Di teqînên Qamişlo de, 2 keçên hevalên hev bûne qurbanî
Di teqînên Qamişlo de, 2 keçên hevalên hev bûne qurbanî
Nîşan Teqînên Qamişloyê Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Du keçên hevalên hev ên di teqîna Qamişloyê de bibûn qurbanî bi cilên bûkaniyê hatin qixirkirin.

Du keçên bajarê Qamişloyê Zozan û Medîne heval û hogirên hev bûn û di teqîna Qamişloyê de jî bi hev re bûn.

Malbata herdû keçan dibêjin, ev çend sal in ku hevalîniya wan kûr bûye û her derê bi hev re bûn, di dawiyê de jî bi hevre di bûyerekê de şehîd bûn.

Herdu ciwan bi hev re ji kar vedigeriyan dema ku taqîna yekem li bajarê Qamişloyê çêbû. Zozan ji ber ku di ragihandina şaredariya Qamişloyê de kar dikir dîmenên teqînê kişandin û paşê bû qurbaniya teqîna duyem.

Birayê Zozan ê bi navê Rewan Şêxo dibêje: “"Xwîşka min û hevala xwe destûr ji rêvebera xwe xwestine ku biçin bazarê karê.  Ew li bazarê bûn teqîn çêbû. Xweşika min di ragihandina şarderiyê kar dikir dîmên tomar dikir. Di teqîna duyem de şehîd bû.”

Medîne yan jî weke malbatê bang wî dikir Amûra hîn 20 sal derbas nekiribûn, wê jî di heman teqînê de  canê xwe ji dest da.

Dayika Medîne, Bûşra Elî jî dibêje: “Amûra mala min bû, heval min bû, hemû tiûtên min bû. Ew Zozê bûkên Qamišşo bû. Herdû keçkê min bûn, ez qurbana wan bibim. Niha mala min xirabû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst