57 sal bi ser şewata sînemaya Amûdê re derbas bû

14-11-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amûd Sînema Şewat Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duh 57mîn salvegera ya şewata sînemya Amûdê ye, ku di encamê de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Sala 1960, ji bo piştgiriya şoreşa Cezaîrê zarokên dibistana Amûdê birin sînemayê, ji bo ku li fîlma bi navê Cerîmet Nisif El Leyl (Tewana Nîvê şevê) temaşe bikin.

 

Sînema biçûk bû, têra nêzîkî 200 zarokan dikir, lê 500 zarok xistinbû salona sînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyê salona sînemayê girtî bû, agir bi zarokan ket û 283 zarok şewitîn.

 

Xwediyê sînemayê Micwel Gunreş berî niha ji Rûdawê re gotibû, rêveberê nahiyê îsrar kiriye ku fîlm 3 caran were dubarekirin, wan jî gotine eger zêde were dubarekirin wê cîhzaz bişewitin û ihtîmal heye ku agir bi sînemayê keve.

 

57 sal li ser sînemaya şewata Amûdê derbas dibe, lê hîn jî birînên Amûda bavê Mihemed kûr in, ew camêrê ku xwe li agir dixist û zarok ji nava agir derdixistin.

 

Hejmarek kêm ji zarokên ku ji karesata şewata sînemaya Amûdê rizgar bûbûn, niha li Amûdê ne. Ew dibêjin ku ti caran ew wê roja reş ji bîr nakin bê çawa zarok bi qêrîn ji nav agir direviyan nav agir.

 

Li dibistanên Amûdê, berpirsên xwecihî hewl dabûn ku bilêtên sînemayê li ser şagirtên keç jî belav bikin, lê ji bo dab û nêrîtên civakî wan ev yek red kiribû, lewma şagirtên keç ên wê demê, niha xwîşkên qurbaniyên karesatê ne.

 

Tevî ku rêxistinên siyasî û rewşînbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê gumanê dibin ser berpirsên hikûmeta Sûriyê ya wê demê û dibêjin ku destên wan li pişt vê karesatê bûye, lê heta niha ti lêkolîn û dozên yasayî derbarê wê karesata mezin de nehatine kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst