Soran: Welatiyek di dema masîgiriyê de xeniqî

14-10-2022
RÛDAW
Nîşan Soran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyek di Gola Çinaran a girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soran de dema ku masî digirtin xeniqî.

Berdevka Berevaniya Şaristanî ya Soranê Beyar Balekî îro Înê 14ê Cotmeha 2022an, ji Rûdawê re ragihand, piştî ku ew hatine agahdarkirin, tîmên wan gihîştine cihê bûyerê û cenazeyê Ebdullah Şehab dîtin ku di dema masîgiriyî de xeniqiye.

Kesê ku canê xwe ji dest daye di sala 1995an de ji dayîk bûye û xelkê taxa Herêm a navçeya Soranê bûye.

Beyar Balekî her wiha anî ziman, “Wî kesî îro danê sibê ji malbata xwe re gotiye ku ew diçe masîgiriyê, piştî çend demjimêran telefona wî kirine lê wî bersiv nedaye. Ji ber vê yekê endamên malbata wî çûn ser çem û cil û pêlavên wî dîtin û hatin cihê bûyerê. Paşê peywendiyê bi rêveberiya me re dikin û tîm gihîştine cihê bûyerê. Piştî lêgerîna demjimêrekê, cenazeyê welatiyê xeniqî hat dîtin.”

Ji destpêka îsal ve heta niha 12 welatî di çemên girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê de xeniqîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst