AMAR - Li Herêma Kurdistanê malbat biçûk dibin

14-09-2018
RÛDAW
Li Herêma Kurdistanê berawirdê sala 2013ê îsal qebareya malbatê biçûktir e
Li Herêma Kurdistanê berawirdê sala 2013ê îsal qebareya malbatê biçûktir e
Nîşan Malbat Herêma Kurdistanê Desteya Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê berawirdê sala 2013ê îsal qebareya malbatê biçûktir e û malbat zarokan çênakin. Desteya Amar jî radigihîne, ku geşeya şêniya Herêma Kurdistanê kêm bûye.

 

Hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê 5 milyon û 755 hezar û 43 kes in û rêjaya giştî ya ji bo her malakê jî 5 kes in. Li gorî datayên Desteya Amar a Herêma Kurdistanê zêdetirî %20ê ciwanên di navbera 18 û 34 salî de kar peyda nakin. Li gorî heman amaran jî %87ê dahata mehane ya malbatên Kurdistanê ji milyonek dînar kêmtir e.

 

Wezîrê Plandanan a Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî ragihand: “Qemabreya malbatan li Kurdistanê di sala 2007ê de 6.2 bûye lê sala 2017ê daketiye 5.1ê.”

 

Dr. Elî Sindî dide zanîn sedema vê yekê jî ew e, ku civaka Kurd jî li gel civaka cîhanê pêngavan davêje û bi giştî li cîhanê malbat êdî zêde zarokan çênakin û Herêma Kurdistanê jî li ser vê rêbazê dimeşe.

 

Wezîrê Plandananê sedema kêmkirina zarokan bi bilindbûna asta hişyarî û bilindbûna rêjeya xwendinê ve girêdide û radigihîne, di sala 2007ê de rêjeya nexwendinê li Kurdistanê %27 bûye lê sala 2017ê daketiye %21ê. Ev yek jî dibe sedema wê yekê ku di salên dawîn de malbat kêmtir zarokan çêbikin.

 

Jin û zilamên ku di salên dawîn de zewicîne niha xwediyê yek an jî 2 zarokan in. Lê ew bi xwe ji malbateke 10 heta 12 kesî hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst