Li 3 bajarên Kurdan mitîng

14-08-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan AK Partî HDP MHP CHP Huda-Par Amed Mêrdîn Wan Mitîng
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piştî mitîngên li dijî hewldana derbeyê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê, Rêveberiya AK Partiyê difikire ku li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê mitîngên girseyî li dar bixe. Mitîngek li Amedê, yek li Wanê û yek jî li Mêrdînê.


Parlamenterên AK Partiyê dibêjin heta niha ji bo mitîngê tu fermaneke fermî ji wan re nehatiye lê ew ji bo her tiştî amade ne.


Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Ebubekir Bal ji Rûdawê re wiha got:


“Tu xeberek ne bi devkî ne jî bi nivîskî heta niha navenda me ji me re tu fermanek neşandiye. Ger çêbibe jixwe bername û amadekariyên wê hene. Em dikarin amedakiriyên wê bikin. Berê jî em li ser van tiştan xebitîne.”


Parlamenterên HDPê jî dibêjin wan helwesta xwe ya li hemberî derbeyê bi zelalî eşkera kiriye lê ew tu caran di bin sîwana AK Partiyê de nacivin.


Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Meral Daniş Beştaş wiha got:


“Dibêjin nobeta demokrasiyê lê demokrasiyê ji holê radikin. Demokrasî ger HDP di nav de tunebe, gelê Kurd tunebe ew ne demokrasî ye. AKP dibêje em li dijî derbeyê ne, lê yê ku esil li hemberî derbeyê ne em in. Gelê me li hemberî derbeyê bertekên xwe nîşan dan. AKP dixwaze em di bin navê me de bertekên xwe nîşan bidin, derdê wan ew e.”


Yek ji partiyên ku herî zêde li dijî derbeyê dakete kolanan jî HUDA-PAR bû. Ew jî dibêjin AK Partiyê ew ji bo mitîngê dawet nekirine.


Rêveberê Navenda Giştî ya HUDA-PARê Vedat Turgut anî ziman, ji bo vê mitîngê bang li me nekirine û wiha domand:


“Heta niha vexwedname ji me re nehatiye. Balkêş e vexwendname ji hin partiyan re şandine ku tabana wan li erda Kurdistanê ji sedî yek tune ye. Bang wan dikin lê yên ku bi hezaran sed hezaran endamên wan heye bangî wan nakin. Ev kêmasiyeke pir mezin e.”


AK Part dixwaze CHP û MHP jî ji bo bernameyên li Bakurê Kurdistanê hevkariya wê bike lê hêj naverok û awayê mitîngan nehatiye zelalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst