Li Efrînê zextên li ser Kurdan didomin: 7 Kurd hatin girtin

14-09-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Îstixbarata Tirkiyeyê Revandina Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar û îstixbarata Tirkiyeyê, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di nava çend rojan de, 7 Kurd girtine û revandine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çekdarên grûpa Hemzatê, 9ê Îlonê ciwanê Kurd ê bi navê Mihemed Henan Hesen, li gundê Kîmarê girtiye.

Îstixbarata Tirkiyeyê û polîsên serbazî 6ê Îlonê Haşim Xezalê 40 salî, li gundê Babelîtê girtiye.

Wan 5ê Îlonê jî Mistefa Mûrad Tirk, li Cindirêsê girtiye.

Herwiha heman rojê, Dr. Lazgîn Salih li gundê Kurzêlê û Mistefa Mihemed Henan jî li gundê Şerqiyayê hatine girtin.

Roja 28ê Tebaxê jî ciwanê Kurd Şiyar Remzî Şêxo jî li gundê Hesen Dêrayê hatibû girtin.

Piştî ku Şiyar Remzî Şêxo 400 dolar dan dadgehê û 700 dolar jî dan çekdaran, 1ê Îlonê hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst