Li Mêrdînê mînîbusa wezîfedarên hilbijartinê wergeriya: 6 birîndar

15-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gundê Buxur ê ser bi navçeya Dêrikê ya Mêrdînê mînîbusa ku wezîfedarên hilbijartinê tê de bûn wergeriya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li Li Gundê Buxur  ê navçeya Dêrikê di derdora seat 22.00an de mînîbusa ku Ahmet A. diajot û tê de  wezîfedarên hilbijartinê hebûn wergeriya.

Di qezayê de efsera jin K.A., şofer Ahmet A., mamosteyên li ser sindoqan S.O., C.A. û 2 kesên ku navên wan nehate zanîn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan bo cihê bûyerê hatin şandin. Piştî midaxeleya ewil birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê hatin veguhestin.

Hat gotin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e, pusûleyên ku hatine mohrkirin jî radestî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst