Efrîn: Grûpeke çekdar bo azadkirina 6 welatiyên Kurd 21 hezar dolar dixwaze

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpê Çekdar Welatiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mamel Oşaxî ser bi navçeya Raco ya Efrînê, grûpa Mihemed el-Fatih ser bi Tirkiye ve 6 welatiyên Kurd bi tohemta peywendiya li gel Rêveberiya Xwesr girtin, piştre bo azadkkirina wan daxwaza 3500 dolar bo her yekî kir.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 13ê Nîsanê  li gundê Mamel Oşaxî ser bi navçeya Raco ya Efrînê, grûpa Mihemed el-Fatih ser bi Tirkiye ve 6 welatiyên Kurd bi tohemta peywendiya li gel Rêveberiya Xwesr girtin, piştre bo azadkkirina wan daxwaza 3500 dolar bo her yekî kir.

7ê Nîsanê jî, li Efrînê  Polîsê serbazî ser bi Tirkiye 15 hezar dolar li ser 4 girtiyên Kurd ferz kiribûn daku bên azadkirin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst