Li kampeke Kurdên Êzdî şewat derket: Mirî û birîndar hene

14-04-2022
RÛDAW
Wêneyê bûyera şewata meha Adarê ya li Kampa Çemişko li navçeya Zaxo.
Wêneyê bûyera şewata meha Adarê ya li Kampa Çemişko li navçeya Zaxo.
Nîşan Zaxo Kampa Çemişko Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kampa Çemişko ya taybet bi Kurdên Êzdî li navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê şewat derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.

Şeva bihorî agir bi çend konan li Kampa Çemişko ya Kurdên Êzdî li qezaya Zaxoyê ket.

Şahidekî bûyerê yê bi navê Feysel Elî li nav kampê ji peyamnêrê Rûdawê re axivî û got, “di encama şewatê de kesekî 26 salî yê bi navê Selah Cerdo canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.”

Tîmên agirvemirandinê û tîmên tendirustiyê piştî ji bûyerê agahdar bûn, gihîştin nav kampê. Tîmên agirvemirandinê piştî hewldanan agir kontrol kirin, tîmên tendirustiyê jî kesên birîndar û termê kesê ku canê xwe ji dest dabû, veguhastin nexweşxaneyê.

Feysel Elî ku niştecihê kampê ye ji Rûdawê re got, “Selah Cerdo 26 salî û xelkê Komelgeha Guhbel e û du zarokên wî hene. Herwiha jinek jî bi sedema dûkelê rewşa wê ya tendirustiyê xirab bû ku her li navenda tendirustiyê ya di nav kampê de tê dermankirin, du kesên din jî birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Zaxoyê. Birîndariya yek ji wan ji ber şewatê nîne û tanka avê di ser de ketiye.”

Li navçeya Zaxo çar kampên awareyên Kurdên Êzdî hene ku Kampa Çemişko ya herî mezin e. Li wê kampê nêzîkî 26 hezar kes dijîn.

Pêştir di 6ê Adara îsal de jî şewat li wê kampê derketibû, lê wê demê ti zirarên canî çê nebûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst