KCD: Berpirsiyarên komkujiya Enfalê dê hesab bidin

14-04-2019
RÛDAW
Nîşan KCD Enfal Komkujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 33yemîn salvegera komkujiya Enfalê daxuyaniyek da û têde ragihand ku hemû berpirsiyar dê bên darizandin û hesab bidin.

 

Roja 12ê Adara 1986an ji aliyê rejîma Beesê bi serokatiya Sedam Husên ve li dijî Kurdan, qirkirina bi navê Enfal dest pê kir û di encama heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd bi awayekî komkujî hatin kuştin û hatin bêserûşûnkirin. Li Başûrê Kurdistanê her sal roja 14ê Nîsanê salvegera bîranîna Enfalê ye û ji bo bîranîna qurbaniyan merasîm têne lidarxistin.

 

Kongreya Civaka Demokratîk, bi boneya 33yemîn salvegera komkujiya Enfalê de daxuyaniyek da û bûyerên Enfalê şermezar kir.

 

 KCDê di daxuyaniyê de ragihand ku “ev komkujî di dîroka mirovahiyê de şermeke mezin e, û ev texrîbat niha jî didomin." 

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komkujiya Enfalê, berdewama komkujiya Qoçgirî, Agirî, Zîlan, Mereş û gelek komkujiyên din in. Ev komkujî li Qamişlo, Roboskî, Şengal, Kobanî, Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û Efrînê jî didome û bajar tên rûxandin û şewitandin. Heta dîktator û hevkarên wan li ber çavê mirovahiyê neyên darizandin û li ber dîrokê hesabê vê yekê nedin, dê wijdanê mirovahiyê ti carî pak nebe.”

 

Di beşeke din daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Kurdistan bûye cihê hemû nirxên mirovahiyê û wiha didome: “Em bawer dikin ku dê hemû berpirsiyar li ber çavê mirovahiyê bên darizandin û hesab bidin û em dê di têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rizgariyê de bi ser bikevin." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst