Meclisa Sûriyeya Demokratîk Destûra demkî ya Sûriyeyê red kir

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Destûra demkî ya Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Destûra demkî ya Sûriyeyê red kir û diyar kir ku ev ragihand, “Daxwazên gelê Sûriyeyê nîşan nade û guhertina demokratîk a ku tê xwestin pêk nayîne.”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro li ser Destûra demkî ya Sûriyeyê ya ku Komîteya Ragihandinê ya Destûrê ya Sûriyeyê amade kir û pêşkêşî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir daxuyaniyek belav kir.

MSDyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Konferansa Diyaloga Neteweyî di temsîlkirina pêkhateyên civakî an jî saziyên siyasî de ne adil bû û got:

“Her tiştê ku li ser encamên vê konferansê were avakirin dê ji çareserkirina pirsgirêka neteweyî kêm bimîne.”

“Ew destûr, serdema diktatoriyê bi awayekî nû dubare dike”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk li ser Destûra demkî ya Sûriyeyê anî ziman:

“Destûr, serdema diktatoriyê bi awayekî nû dubare dike.

Desthilatên bêsînor dide desthilata bicihkar û xebatên siyasî sînordar dike û avakirina partiyan qedexe dike ku ev yek pêvajoya guherîna demokratîk a welêt asteng dike.”

MSDyê her wiha da zanîn:

“Di Destûrê de mekanîzmayên zelal ên ji bo bidestxistina edaleta guherbar nînin ku ev yek dê krîza neteweyî kûrtir bike û bibe sedema dewamkirina rewşa bêîstiqrariyê.”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk anî ziman:

“Destûra demkî bi awayekî ku jinûveavakirinê, dabeşbûna dadperweraneya desthilatê, azadî û pirjimariya xebata siyasî, naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û pejirandina sîstemeke desthilatdariyê ya nenavendî û demokratîk misoger bike.”

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer doh Destûra demkî ya ji bo qonaxa derbasbûnê wergirt.

Di ragihandina Destûra demkî de hat diyarkirin ku qonaxa derbasbûnê dê 5 salan berdewam bike û dê bi pejirandina destûreke herdemî û lidarxistina hilbijartinan li gorî wê destûrê bi dawî bibe.

Her wiha Îslam wekî dîn ji bo Serokkomar û çavkaniya sereke ya qanûnê û zimanê Erebî jî zimanê fermî yê dewletê hatiye destnîşankirin ku “pirrengiya çandî ya civaka Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê û mafên çandî û zimanî yên hemû Sûriyeyiyan” misoger dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst