Li Soranê ji ber berfê banên 4 pêşangehan bi ser otomobîlan de herifîn

14-02-2020
RÛDAW
Banên pêşangehan bi ser otomobîlan de herifîn
Banên pêşangehan bi ser otomobîlan de herifîn
A+ A-

Soran (Rûdaw) - Li Soranê ji ber kombûna berfa zêde, banên 4 pêşangehên otmbîlan hilweşiyan û bi ser otomobîlên di nava pêşangehê de ketin xwarê û di encamê de ziyan gihîşte hejmareke zêde ya otombîlan.

Berpirsê beşa teknîkî ya Berevaniya Sivîl a Soranê, Raîd Karwan Mîrawdelî ji Rûdawê re ragihand, ji bilî bûyera herifîna wan pêşangehan, li taxa Qendîl a bajarê Soranê jî ziyan gihîştiye xaniyan.

Raîd Karwan Mîrawdelî diyar kir, li çend dihên din ên Soranê jî ji ber barîna berfê ziyan gihîştiye xanî û otombîlên welatiyan.

Li aliyekê din roja Pêncşem 13ê Sibatê nêzîkî 40 otombîlan ku li rêyên Soranê di nava berfê de asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Berpirsê beşa teknîkî ya Berevaniya Sivîl a Soranê tekez kir, herwiha li herêmê 13 kes ku li deverên çiyayî di nav berfê da asê mabûn, ew jî hatine rizgarkirin.

Di dema weşana zindî ya Rûdawê de jî ku bûyera ketina banên pêşangehên li Soranê rûmal dikirin, banê pêşangeheke din a otomobîlan ket û kesek di bin de ma, ku bi hewldana tîma berevaniya sivîl a Soranê, ji bin kavilan hat derxistin û ti ziyan negihîşt wî kesî.

Li gor agahiyan, di nava wan pêşangehan de 80 otomobîl hene, ku di encama herifîna banên wan pêşangehan de, zirar gihîştiye 40 otomobîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst