Rêya Wan û Miksê piştî 5 mehan vebû

03-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Miks
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera parêzgeha Wanê û navçeya wê Miksê de ku ji 22yê Kanûna Pêşîna 2023yan ve girtî bû, doh hat vekirin.

Rêya Wan û Miksê her sal ji ber berfê bi mehan girtî dimîne.

Piştî aşûta 4-5ê Sibata 2020an ku 42 kesan canê xwe ji dest dabû, rêya Wan û Miksê her sal di demsala zivistanê de girtî dimîne.

Îsal jî ji ber metirsiya aşûtê xebatên vekirina rê 13ê Sibatê hatibûn destpêkirin.

Di encama xebatan û hatin biharê û helîna berfê re rêya Wan û Miksê 2yê Gulanê hat vekirin û çûnûhatina di navbera Wan û Miksê de ya rasterast dest pê kir.

Zivistanan tekane rêya veguhastinê ya ku digihêje Miksê di ser navçeya Hîzanê ya Bêdlîsê re diçe û 6 demjimêran diajo.

Girtina rêya Wanê jiyana şêniyên Miksê gelekî zehmet dike.

Li aliyê din bi helîna berfê re mînîbusa ku ji ber aşûta îsal di bin berfê de mabû jî derket holê.

Welatiyan ji bo vebûna rê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Welatiyê bi navê Cuneyt Burta got:

“5 meh in rêya me girtî bû û niha vebû. Em jî niha ber bi Kirepirê bi rê dikevin.

Bi rastî em ji ber vebûna rê gelekî kêfxweş bûn.

Em niha ji bo kêfxweşiyê diçin ser gir û em dê li xwezayê temaşe bikin.

Xelk vê rêyê bi kar tîne, nexweşên me hene û ev rê tenê demjimêrekê diajo, gelekî baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst