Li Dêrezorê cotkaran dest bi çinîna pembo kir

13-10-2023
RÛDAW
Li Dêrezorê cotkaran dest bi çinîna pembo kir
Li Dêrezorê cotkaran dest bi çinîna pembo kir
Nîşan Dêrezor Çinîna Pembo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên parêzgeha Dêrezorê dest bi çinîna pembo kiriye.

Pembo dahata sereke ya debara jiyana cotkarên Dêrezorê ye lê cotkar gazin ji kêmbûna av, peyn, mazot û alîkariyê dikin.

Ev kêmbûm bandorê li ser rûberê çandî dike û berhemên wan  kêmtir dikin.

Cotkar Hilal Etiyeyê got "Em gazinê ji kêmbûna avê dikin.

Herwiha ji kêmbûna peynê ku em neçar dibin wê ji bazara reş dikirin wiha jî dermanê qirker ê mêşûmoran.

Em gelek azaran dikişînin û têçûya wê gelek e."

Pembo ji bo piraniya cotkaran çavkaniya sereke ya debara jiyanê ye lê astengî li pêş vê çandiniyê hene.

Cotkar Yasîn Mihemed Zahir anî ziman "Pembo ji bo cotkaran dahateke sereke ye.

Kalîteya wî baş e û daxwaz li ser çandiniya wî heye lê pêwîstiya wî bi binemayên wekî tov, peyn û destê kar û madeyên qirker heye.

Ji ber vê rewşê aniha piraniya wan binemayan li cem me nînin."

Ji 13ê Îlona 2023yan ve, Hikûmeta Sûriyê nirxê kirîna kîloyek pembo wekî 10 hezar lîreyên Sûriyeyê, ango derdora 75 sentan destnîşan kiribû.

Sererperiştyarê Nvenda Çandiniyê ya Dêrezorê Yasir Ehmed wiha axivî:

"Ji bo berhemanîna vî pemboyî, cotkar bi erkekî mezin rabûne.

Pemboyê Sûriyeyê ji corê kalîteya herî baş e, şitla wî dirêj e û ji aliyê hemû dewletên cîhanê ve daxwaz li ser heye."

Îsal tê texmînkirin ku li parêzgeha Dêrezorê li ser rûberê 8 hezar û 500 hektarî pembo hatiye çandin.

Li ser asta Sûriyeyê jî, pembo yek ji berhemên herî stratejîk e. Sala 2011yan, li ser asta wî welatî, berhemanîna pembo gihiştibû 1 milyon tonî.

Sala 2015an, berhem dakete 100 hezar tonî. Sala 2021ê jî berhem dakete bin 20 hezar tonî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst