Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê tekezî li pêşxistina peywendiyan kirin

13-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Kuweytê kir û li Koşka El Beyan li gel Şêx Newaf el Ehmed el Subah Mîrê Kuweytê civiya. Di vê hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kuweytê de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşî li Mîr û gel û hikûmeta Kuweytê kir û hevxemî û hevsoziya xwe û gelê Kurdistanê ji bo ji destdana xwedê jê razî mîrê berê yê Kuweytê nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha pîrozbahiya destbikarbûnê li Mîrê Kuweytê yê nû Şêx Newaf el Ehmed el Subah kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û pêşketina Kuweytê xwest.

Mîrê Kuweytê jî spasiya vê hevsoziyê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo welatê xwe kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, “di civînê de her du alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Kuweytê guftûgo kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyan di hemû waran de kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî, spasiya piştgirî û hevkariyên mirovî yên Kuweytê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî jî alîkariyên ji bo penaberên Sûriye û koçberên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê, herwiha spasî rol û kar û çalakiyên Konsulxaneya Giştî ya Kuweytê ya li Herêma Kurdistanê kir.”

Li gor daxuyaniyê, “nirxandina çend pirsên din ên ku ji bo her du aliyan giring û hevbeş bûn, aliyeke dinê civînê bû ku şandeke li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî têde amade bûn.”

Piştî bidawîhatina civînê, her îro Sêşemê Nêçîrvan Barzanî dawî li serdana xwe bo Kuweytê anî û vegeriya Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Karûbarê Dîwana Mîrî ya Kuweytê, Şêx Elî Cerah el Subah ve hat pêşwazîkirin.

Wî rayedarê Kuweytê derbarê serdana îro ya Nêçîrvan Barzanî de ji Rûdawê re got: “Di serdema xwedê jê razî Mistefa Barzanî û birêz Mesûd Barzanî de û niha jî cenabê serok (Nêçîrvan Barzanî), lewma ev serdana serkirdeyên Herêma Kurdistanê bo sersaxiyê xerîb nîne. Berdewam Kuweyt û xwedê jê razî Subah el Ehmed el Cabir, peywndiyên baş hebûne li gel tevahiya serkrideyên Iraqê, tevî serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst