Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber guherînên keşûhewayî û bilindbûna pileyên germayê, zeviyên ku berê bi qeşayê hatibûne nixumandin, tê pêşbînîkirin ku di salên bê de rûberê wan zeviyên qeşagirtî gelek kêm bibe.
Lêkolîner didin xuyakirin, ku bi daneberhev a rewşa niha ya keşûhewayê û ya 40 sal beriya niha, navçeyên qeşagirtî ji sedî 20 kêmtir bûne.
Guherîna keşûhewayê û helîna qeşayê, bandoreke mezin li keşûhewayê Rûsya û bi taybet herêma Sîberiyayê, Îslandê, Green Landê û herwiha herêma Îskandînavyayê kiriye.
Bi bilindbûna pileyên germê û helîna qeşayan, metirisyiyeke mezin li ser gelek deverên cîhanê dirist dibe, ku yek ji wan metirsiyan bilindbûna asta ava deryayan e, ku egera wê yekê heye, gelek bajar li cîhanê bikevin bin avê.
Weke mînak, tenê di sala 2009an de, 351 karesatên xwezayî çê bûne, ku 325 ji wan karesatan, peywendiya wan bi guhertina keşûhewayê ve hebûye.
Ji sala 1999an heta 2009an, 55 milyon kesan zirar ji guhertina keşûhewayê dîtine.
Herwiha ji sala 2000 heta 2009an, zirarên ji ber guhertinên keşûhewayê bi qasî 789 milyar dolarî bûye.
Tê pêşbînîkirin, ku heta dawiya vê sedsalê asta ava deryayan 20 cm heta 90 cm bilind bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse