Bakurê Kurdistanê - 4 bajar 4 bûyerên trafîkê: 23 birîndar, miriyek

13-08-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê di bûyerên trafîkê de 23 kes birîndar bûn û kesekî canê xwe ji dest da.

Li parêzgehên Xarpêt, Meletî, Semsûr û Qersê doh di encama bûyerên trafîkê de 23 kes birîndar bûn û kesekî canê xwe ji dest da.

Xarpêt

Li ser rêya Xarpêt û Amedê otomobîlek ji rê derket û qulibî û ket nav baxekî, di encamê de şofêr û 6 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûne cihê bûyerê û birîndar birine nexweşxaneyê.

Meletî

Di heman demê de li navçeya Meletiya Kevn a Meletiyê jî li ser rêya Xarpêtê jî mînîbuseke rêwiyan ji rê derket û li hesinên kêleka rê qelibî û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan veguhestine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Qers

Li navçeya Qamuşanê ya Qersê jî traktorek ji rê derket û qulibî. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.

Tîman şofêrê traktorê Ridvan O. yê ku birîndar bûbû veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Qamuşanê lê tevî hemû hewldanên bijîşkî wî canê xwe ji dest da.

Semsûr

Herwiha li navçeya Bêsniyê ya Semsûrê jî traktorek ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de 8 kesên ku li traktorê siwar bûbûn birîndar bûn, hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst