Li Sêrtê 2 xwişk xeniqîn

13-08-2021
RÛDAW
Nîşan Sêrt Dihê Çemê Zorava Xwişk Xeniqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê 2 xwişkên 13 û 15 salî yên ketin Çemê Zoravayê xeniqîn.

Li gor zanyariyan du xwişk, Gulê û Hasret Nas ku ji bo hênikbûnê ketin Çemê Zorava, piştî demekê winda bûn.

Piştî ku herdû xwişk di avê de wenda bûn, lêgerîn dan destpêkirin û di dawiyê de Gulê û Hasret ji avê hatin derxisitin.

Herdu xwişkên ku bêhiş ji avê hatin derxistin, ji aliyê tîmên UMKE û tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê hatin rakirin.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan herdû xwişk jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst