Hêzên Iraqê 3 kes li Çemçemal a Başûrê Kurdistanê girtin

13-08-2020
RÛDAW
Nîşan Iraq Kurdistan Çemçemal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Firqeya Bersivdana Bilez a Iraqê ragihand, bi hevahengî li gel hêzên Dijî Terorê yên Herêma Kurdistanê, 3 kesên tometbar bi tometên girêdayî terorê li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê desteser kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “hêzeke ser bi Firqeya Bersivdana Bilez a Iraqê bi hevahengî li gel hêzên Dijî Terorê yên Herêma Kurdistanê sê tometbar ku li gor madeya 4 a yasaya rûbirûbûna terorê hatine tometbarkirin, li bajarê Çemçemlê desteser kirin.”

Ev daxuyaniya hêza Iraqî piştî daxuyaniya Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê tê, ku di 8ê Tebaxa 2020 de ragihandibû, hêzên wan 6 terorîst li Çemçemlê desteser kirine.

Asayişa Herêma Kurdistanê gotibû, “ew kes ji başûrê Iraqê ve hatibûn û di 4 û 5ê Tebaxê de hatin desteserkirin, dema ku hewl didin veşartgehekê ji xwe re li Çemçemalê çê bikin û hewl didin peywendiyê li gel şaneyên raketî yên rêxistina DAIŞê çê bikin.”

Di daxuyaniyê de hatibû gotin: “Ji şeş kesên desteserkirî, du ji wan xelkê Felûceyê ne û du kesên din xlekê navçeya Mehmûdriye ne, kesek jî xelkê Bexdayê ye û ji sala 2014 ve bîet dane DAIŞê û di çend tawanên dijî mirov de beşdar bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst