EFRÎN – Xwendina pirtûkan kêm bûye

13-08-2017
Loloxan
Efrîn
Efrîn
Nîşan Efrîn Pirtûk Rewşenbîr
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, asta xwendina pertûkan daketiye. Sedema wê yekê jî xwendina bi elektronîkî û bilindbûna nirxên pertûkan e.

 

Hemwelatiyê bi navê Danyal Hebeş ji sala 2011ê ve pirtûkxaneyek vekiriye. Di pirtûkxaneya wî de hezar û 200 pirtûk hene. Ew dixwaze asta rewşenbîriyê li herêmê bi pêşbixe.

 

Danyal Hebeş dibêje: “Armanca min a sereke ya vekirina vê pirtûkxaneyê, belevkirina rewşenbîriyê ye, mixabin bi sedema rewşa niha xwendina pertûkan gelekî kêm bûye. Sedema vê derketina internêtê û bilindbûna nirxên pertûkan e. Di heman demê de nebûna pertûkên naverok baş, xwendin kêm kiriye.”

 

Diyardeya nexwendina pertûkan li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê û Efrînê jî bi taybetî ji ber sedemên şer û pozberiyan, nebaşbûna rewşa aborî ye.

 

Rewşenbîr Idrîs Mamed jî dibêje: “Di serdemên dawî de û bi taybetî di sedsala 21ê de, rêjeya xwendina pirtûkan kêm bûye. Sedema vê jî rewşa giştî û kêmbûna derfetan û guvaşên derûnî yên li ser mirovan e.”

 

Çalakiyên rewşenbîrî ji ber şerê Sûriyê li Efrînê gelekî kêm bûne. Tevî vê yekê jî kesayetiyên rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî hewl didin ku tevgera xwendin û rewşenbîriyê li herêma Efrînê biparêzin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst