Dirbêsiyê: Di teqîna narincokekê de kesekî canê xwe ji dest da

13-07-2023
RÛDAW
Nîşan Dirbêsiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê di teqîna bombeke cûreyê narincok de welatiyekî bi navê Lewend Hesen Misto canê xwe ji dest da.

Kesekî ji malbata wî ji Rûdawê re got, îro serê sibehê dema ku Lewend Hesen Misto di odeya xwe de bû bombek di destê wî de teqiyaye û di cih de canê xwe ji dest daye.

Heta niha nayê zanîn ka bombe di destê wî de teqiyaye yan jî bi xwe teqandiye û xwe pê kuştiye.

Çavkaniyekî nêzîkî malbatê ji Rûdawê re got, rewşa wî ya madî û malbatî gelekî xirab bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst