Malbata Zozan a 7 salî spasiya Rûdawê û kesên bûne alîkar dike

13-06-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Gever Colemêrg Zozan Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gever a Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, malbata zarokeke 7 salî ku bi nexweşiyeke metirsîdar ketiye piştî bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re daxwazê alîkariyê kir, gelek kesan piştvaniya wan kir. Malbat bi vê helkeftê spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê û kesên bûna alîkar kir.

 

Zozan Ogmen a 7 salî ku tevî malbata xwe li gundê Sînava ya ser bi navçeya Geverê ve dijî, bi nexweşiya lûkîmya (losemî) ketiyem dê 17ê Hezîranê li Enqerê bê dermankirin.

 

Malabta Zozan Ogmen a Geverî, ji bo dermankirinê bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re daxwaza alîkariyê kiribû.

 

Piştî belavkirina nûçeya Rûdawê gelek kes ji malbata Ogmen re bûn piştevan.

 

Nedîm Ogmen ê bavê Zozanê spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir û got: “Em spasiya her kesê dike ku alîkariya me kiriye. Niha derfeta me çêbûy ku em keça xwe ji bo dermankirinê bibin Enqerê. Em dê 17ê vê mehê herin Enqerê Zozanê derman bikin. Herwiha gelek kesan gotine em dê li wê derê jî alîkariya wê bikin.”

 

Çi bibû?


Beriya 4 salan li nexweşxaneya Wanê ji Zozana 7 salî re neştergerî jê re hatibû kirin, lê nexweşiya wê çareser nebûye.

 

Malbata Zozanê herwiha ev 2 sal in ku li nexweşxaneyên Enqere û Wanê ji bo keça xwe li çareseriyê digeran.

 

Malbata Zozanê di rêya Rûdawê re, ji bo çareserkirina rewşa tendirustiya keça xwe, daxwaza alîkariyê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst