Serokê Herêma Kurdistanê li Romayê ye

13-04-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Papayê Vatîkanê Papa Francis di dema serdanw Papa bo Hewlêrê de, sala 2021. Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Papayê Vatîkanê Papa Francis di dema serdanw Papa bo Hewlêrê de, sala 2021. Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îtalya Roma Vatîkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser vexwandina fermî ya Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Romayê ye û dê bi serokwezîra Îtalya, serokê parlamento û wezîrê derve yê wî welatî re bicive. Nêçîrvan Barzanî herwiha di vê serdana xwe de dê ligel Papayê Vatikan jî bicive.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dê bi serokwezîr û berpirsên Îtaliyayê re li ser pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên hevkariyê û çendîn mijarên din gotûbêj bike.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dê serdana Vatîkanê jî bike û bi Papa Fransîs (Francis) re jî hevdîtinê bike.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê, 3 mehan piştî serdana Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni bo Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di 23.12.2022an de serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Seroê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de peywendiyeke bihêz heye.

 

 

Îtalya ji sala 2015ê ve endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, 900 leşkerên wê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene ku piraniya wan li Hewlêrê ne.

Îtalya herwiha rahênan bi 58 hezar pêşmerge û endamên hêzên ewlekariyê yên Iraqê kiriye.

Herwiha Îtalyayê heta niha 430 milyon dolar wek alîkariya darayî û deyn daye Iraqê.

Di warê bazirganî de jî, li gor amarên fermî yên hikûmeta Îtalyayê sala bihorî hinardeya Îtalyayê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê zêdeyî 765 milyon euro bûye ku herî zêde amûr û teknolojiya bûye.

Hinardeya Iraqê û Herêma Kurdistanê jî bo Îtalyayê zêdeyî 5 milyar û 71 milyar euro bûye ku %99ê wê petrol bûye. Li gor medyayên Îtalyayê, 16 kompaniyên wî welatî li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin.

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytexta Îtalyayê bajarê Romayê heye, her çend peywendiyên Hewlêr û Romayê ne nû ne, lê dîroka wan peywendiyan bi fermî vedigere piştî sala 2003ê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst